Li Îranê teqînên li pey hev çêbûn

Li bajarên cuda ên Îranê teqînên li pey hev ku hîna sedemên wan nayê zanîn, çêbûn.

Li gelek bajarên Îranê teqîn çêbûn. Ev teqîn Parandê ya li başûrê Tehranê; Bandar Abbas, li parêzgeha Hormozgan, di avahiyek 8 qatî de; li Şîrazê; nêzîkî goristanek li Kerecê; li Qeşm û li Tebrîzê çêbûn. 

Her çend sedema teqîna li Bandar Abbas ne diyar be jî, saziyên fermî raporeke amade kirine ku ew ji ber rijandina gazê çêbûye. Avahiya ku teqîn lê çêbûye li Xaçerêya Moallemê ye û hat destnîşankirin der barê qurbaniyan de tu agahî bi dest neketine. Hat hînkirin ku du qatên avahiya 8 qatî hilweşiyane û niştecih hatine tahliyekirin.

Dezgehên çapemeniyê yên girêdayî hikûmetê îdia kirin ku teqîna li Parandê ji ber agirê ku ji aliyê nêçîrvanan ve li herêmê hatiye pêxistin çêbûye.

Her wiha hat destnîşankirin ku teqînên bi vî rengî beriya şerê 12 rojî yê di navbera Îsraîl û Îranê de di meha Hezîrana borî de qewimîne.